TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya, Tirkiyê mecbûrî Rejîma Esed dike!

Admin V
Nivîskar
📅 31 tebax 2018 15:21

PeyamaKurd- Dîrektorê Koma Qeyranan yên Navnetewî yê Rojhilata Navîn Joost Hiltermann îdda kir ku Rûsya bi şerê li dijî Idlibê, Tirkiyê tehdîd dike û wê mecbûr dike ku bi Esed re li ser masê rûne.

Joost Hiltermann li ser rewşa Sûriyê û Tirkiyê wiha got: “Êdî serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ew îddaya xwe ya ku digot em ê Beşar Esed daxin, winda kir. Ji xeynî vê jî ji ber cîhadîstên li Idlibê, Tirkiyê ewlehiya xwe jî gelek zêde xistiye bin xetereyê de. Tirkiyê ji ber operasyona li dijî Idlibê dengê xwe bilind dike, lê belê dîsa jî Tirkiye li hemberî vê tevgerê nikare tiştekî bike.”

Parve bike: