Rûsya û Almanya di dîplomasiyê de hev tengav kirin
PeyamaKurd – Gengeşeya navbera Almanya û Rûsyayê her diçe dijwar dibe. Berlîn, Rûsyayê ji êrîşa ser balafirgeha Leipzig/Halle ya bi drona teqemenî barkirî berpirs digre. Rûsya jî niha biryara girtina balyozxana Almanya ya li St. Petersburgê û Enstituya Goethe da.
Almanya, lêpirsîna xwe ya êrîşa ser balafirgehê di 4ê Tebaxê de yanî ya ser balafirgeha Leipzig/Halle temam kir û di 1 ê Êlûnê de Rûsyayê ji êrîşa bi drona teqemenî barkirî berpirs girt.
Rêvebiriya Berlinê piştî vê bûyerê ragihand ku dê balyozxana Rûsyayê ya Bonnê dê bigre û xebata Mala Rûs ya li Berlinê ji bo bê girtin, agahiyê da Moskovayê.
Eger biryarên her dû dewletan bên bicîhanîn, wê ji her dû dewletan li dora 150 kesên Rûsya ji Almanya herin. Malbat jî di nava vê jimarê de ne.
Wezareta karên derve ya Rûsyayê her weha Almanyayê bi teşwîqkirina welatên din yên Ewrûpayê tewanbar kir ku dike welatên din jî weka Almanya dîplomatan derxe derveyê welatan an hinek balyozxanan bigre.