TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya û Çîn gîhandina alikariyan bo Sûriyê veto kir

Admin L
Nivîskar
📅 08 tîrmeh 2020 14:39

PeyamaKurd - Di Encûmana Ewlekariya Navdewletî da, Rûsya û Çînê careke din gîhandina alîkariyan bi rêya Deriyê Til Koçer bo navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê veto kirin.

Rûsya û Çîn, li dijî projebiryara Almanya-Belcîka di Encûmena Ewlekariya Navdewletî da, veto da ji bo gîhandina alîkariyên mirovî ji bo navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ku Til Koçer derbasî Rojavayê Kurdistanê dibûn. Lê ji serê salê da, ew derî ji ber vetoya Rûsya û Çînê girtiye.

Bi rêya vê projebiryarê wê 6 mehan alîkarî ji Deriyê Til Koçer derbasî Rojavayê Kurdistanê bibûya. Ji bo vê 13 dengên eyînî ji endamên Encûmena Ewlekariya Navdewletî hat bi dest xistin, li beramberî wê jî 2 dengên neyînî ji aliyê Rûsya û Çînê hat bi dest xistin. Ji ber vetoya Rûsya û Çînê, biryara Derîyê Til Koçer vebe hat redkirin.

Nûnerê Amerîka di civînê de ragihand ku  Rûsya û Çîn  berjewendî û siyasetên xwe di ser jiyana xelkê Sûriyê re dibînin.

Lêbelê nûnerên hertimî yê Çînê, ev tomet red kirin û îddîa kirin ku Amerîka ji aliyekî de dorpêçan bi ser xelkê Sûriyê de disepîne û li aliyê din prose û karên Encûmena Ewlekariyê dike karekî siyasî.

Parve bike: