TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya û Ukraynayê dîlên xwe pevguhertin

Admin H
Nivîskar
📅 26 hezîran 2026 18:31

PeyamaKurd - Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku Rûsyayê doh 25ê Hezîranê 160 leşkerên xwe ji herêmên di bin kontrola desthilata Ukraynayê vegerandin û 160 dîlgirtiyên hêzên Ukraynayê jî radestî wan kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku leşkerên Rûsyayê yên hatine vegerandin niha li Belarûsê tedawiya psîkolojîk û bijîşkî ya pêwîst werdigirin û paşê dê ji bo temamkirina dermankirin û rehabîlîtasyona wan li saziyên bijîşkî yên girêdayî Wezareta Beravaniyê têne veguhestin.

Wezaretê ragihand ku pevguhertina dîlgirtiyan bi navbeynkariya Îmarata Erebî pêk hatiye.

Di 5ê Hezîranê de jî 185 girtiyên Rûsyayê li beramberî 185 dîlên Ukraynayê bi hev hatibûn guhertin.

Parve bike: