TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya xaza Danîmarkayê jî dibire

Admin M
Nivîskar
📅 01 hezîran 2022 02:47

PeyamaKurd – Şîrketa xazê û enerjiyê ya Rûsyayê Gazprom ragihand ku ji ber Danîmarka red kiriye ku perê xazê bi perê Rûble bide, di 1 ê hezîrana 2022 an de, dê xaza Danîmarkayê bibire. Gazpromê bi nivîskî ragihand ku şîrketa xazê ya Danîmarkayê Ostred perê xazê nedaye û weh adewam kir:

“Bi hesêb roja 31 ê gulanê; Gazprom Expert ji bo amadekirina xazê ji şîrketa Ostredê pere negihaye Gazpromê. Ji ber wê Gazprom sewqiyata xazê ji bo şîrketa Ostredê ji 1 ê hezîrana 2022 an û pê de heya pere bide, dê xazê neşîne.”

Gazprom, heya îro bi sedema ku pere bi Rûble nedane, xaza Polonya, Bûlgaristan, Fînlandiya û Hollandayê biriye.

Parve bike: