Rûsya xaza Polonyayê birî
PeyamaKurd – Portala online ya nûçeyan ONET ya Polonyayê di nûçeyekî xwe de ragihand ku hukumeta Polonyayê di derbarê şîrketa Gazpromê ya Rûsya û 50 mîlyarder û şîrketên Rûsya de biryara dorpêçê dabû û di pey de dewleta Rûsya ragihand ku firotina xazê ji bo Polonyayê daye rawestandin.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku di serî de çûna xazê ji bo Polonyayê kêm bûye û paşî bi temamî rawestiyaye. Polonya got ku Rûsya wan ji tişteka weha agahdar nekiriye. Birîna xazê her weha ji aliyê çavkaniyên hukumeta Polonya û şîrketa xazê ya bi navê PGNİG SA de hatiye piştrastkirin.
Piştî nûçeyê, li seranserê Awrûpayê bihayê xazê %17 zêdetir bû.
Berê Rûsya ragihandibû ku wê Polonya deynê xwe yê xazê li ser perê Rûsyayê Rûble bide lê Polonya vê biryarê qebûl nekiribû.