TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya: YE dê Ûkraynayê neke endamê xwe

Admin M
Nivîskar
📅 03 tebax 2026 17:59

PeyamaKurd – Serwîsa Îstîxbarata Rûsyayê ya Derve ragihand ku Yekîtiya Ewrûpayê endamtiya Ûkraynayê ji bo di demekî kurt de bibe endamê YEyê red kiriye, endamtiya Kievê xeyale û endamtiya Kievê dê ji aliyê YE de talûkeyên aboriyê ji wan re biafirîne. SVR di daxwuyaniya xwe de got:

“Li gor agahiyên îstîxbaratê bi dest xistiye; burokratên Ewrûpayê gotine ku tevî herkes dibêje wê Kiev bibe endamê YEyê jî, li Brukselê di munaqeşeyên nav dewletên Ewrûpa de, di munaqeşeyên nav lîderên endamên YE de, gihane wê encamê ku di demekî nêz de, dê Ûkrayna nebe endamê YEyê.”

Rûsya dibêje; di şerê navbera Rûsya û Ûkrayna de, YE Ûkraynayê tenê wekî alavekî şer bikartînin. Dibe ku qebûl bikin Ûkrayna tevlî siyaseta ewlehiya Ewrûpayê bikin.

Parve bike: