Cîhan
Rûsyayê bersiv da daxuyaniyên 'pêsbîniyî' yên DYAyiyan
PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaharova bersiva daxuyaniyên rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên ku tê de dihate gotin ku "beriya DAIŞ hêrişa terorî ya li Moskowê pêk bîne DYAyê Rûsyayê hişyar kiriye û pêşbîniya xwe bi Rûsyayê re parve kiriye, lê belê Rûsyayê vê hişyariyê piştguh kiriye."
Maria Zakharova di bersiva xwe ya ji bo daxuyaniyên rayedarên DYAyê de wiha got:
“Xwezî wan ewqasî zû bikirana ku nehiştina serokê wan Kennedy bihata kuştin. Lê na, ji 60 salan zêdetir nekarîn zanibin kê ew kuştiye. Dibe ku DAIŞê jî wisa kiribe? Heta ku lêpirsîna hêrişa terorî ya li Crocus City Hall temam bibe, her daxuyanîya Washingtonê ya ku Kievê beraet dike divê wek delîl bê qebûlkirin.”