Cîhan
Rûsyayê biryara desteserkirinê ji bo Zelensky derxist
PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Rûsyayê ragihandin ku Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy xistine nav lîsteya kesên lêgerîn li ser wan heye.
Hate ragihandin ku di lîsteya lêgerînê de nav, rojbûn û cihê hatiye dinê û hatina ser seroktiya Ukraynayê ya Zelensky hatiye tomarkirin.
Herwiha serokê berê yê Ukraynayê Petro Poroşenko jî li lîsteyê hatiye zêdekirin ku dema bên dîtin wê werin desteserkirin.