TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsyayê du bajarokên Ukraynayê xist kontrola xwe

Admin H
Nivîskar
📅 19 adar 2026 22:08

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Rûsyayê li herêma Donetskê 2 bajarok kontrol kirine.

Wezaretê da xuyakirin ku hêzên wê gihîştine bajarokên Pavlovka û Fedorovka yên Donetskê  û destnîşan kir ku yekîneyên ji Koma Başûr û hêzên din beşdarî operasyonan bûne.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên Rûsyayê li deverên cuda yên Donetskê pozîsyonên nû ava kirine û operasyonên hedefgirtinê li dijî hêzên Ukraynayê pêk anîne. Hate diyarkirin di encama operasyonan de qurbanî û windahiyên madî yên hêzên Ukraynayê çêbûne.

Wezaretê ragihand ku pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê di heman wextê de 6 moşek û 365 dronên Ukraynayê asteng kirine.

Parve bike: