TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsyayê gef li hêzên Kurdên Rojava xwar: Heger venekisin…

Admin H
Nivîskar
📅 25 cotmeh 2019 20:28

PeyamaKurd – Piştî rêkeftina Soçî ya Tirkiye – Rûsyayê, ji Rûsyayê daxuyaniyên gexwarina bi êrîşên Tirkiyê li hêzên Kurd têne kirin.

Doh Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihandibû ku ew tevahiya rêkeftina Soçiyê qebûl nakin, tenê xala agirbestê qebûl dikin.

Berdevkê Kremlînê Dimitriy Peskov îro ragihand, "Bi nûnerên Kurdan re hinek danûstandin dewam dikin. Hûn dizanin ku ji aliyê (Kurdan) daxuyaniyeke ku ew niyet dikin piştgiriyê bidin rêkeftinê (Soçî) û li gorî wê tevbigerin.”

Peskov di berdewamê de got ku di proseya bicihanîna rêkeftinê de vekişîna hêzên Kurd jî tê garantîkirin ku niha hinek kêşe hene û wiha pê de çû:

"Heger hêzên Kurd ji (Rojava) venekişin li van herêman leşkerên Sûriyê yên sînor û polîsên me yên leşkerî di navbera wan û artêşa Tirkiyê de namînin. Wê demê jî mixabin dê hêzên Kurd yekser rûbirûyî artêşa tirk bibin.”

Parve bike: