Rusyayê, li Deryaya Japonyayê çeka giran bi kar hanî!
PeyamaKurd- Wezareta Berevaniya Rusyayê îro ragihand ku hêzên deryayî yên Rusyayê, di tetbîqata xwe ya li Deryaya Japonyayê de çekên xwe yên giran bikar hanîne.
Di daxuyaniya ku bi rêya hesabê fermî yê medyaya civakî hat ragihandin de wêneyên tetbîqatê jî hatin parvekirin û tê dîtin ku keştiyên şer êrîşên ceribandinê dikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komkeştiya Pasîfîkê îro moşekên rêberî yên Moskit havêtin hedefên dijmin ên sexte yên li Deryaya Japonyayê."
Her wiha hat destnîşankirin ku hedefên 100 kîlometir dûrî du moşekên Moskitê bi serkeftî hatin xistin.
Moşekên ku wekî moşekên dijî-keştî yên supersonîk jî tên zanîn, wekî moşekên P-270 Moskit tên zanîn û ji aliyê NATOyê ve SS-N-22 Sunburn tên gotin.
Moşeka rêberî ya supersonîk a menzîla navîn a Sovyetê, dikare 120 kîlometir li dûrî hedefan bixe.