Rusyayê, li herêma Donetskê xist: Mirî hene!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Rusyayê li bajarê Toretskê yê herêma Donetskê ya Ukraynayê êrîşa asîmanî kir.
Di daxuyaniya Servîsa Lezgîn a Ukraynayê de hat gotin ku “Li Toretsk êrîşa asîmanî hat kirin û 2 mirî û 8 birîndar hene. Dijmin li Toretskê bombe havêt îstasyoneke gazê. Di encama xebatên rizgarkirinê de Servîsa Lezgîn a Dewletê ya Ukraynayê 3 birîndar ji bin avê derxistin.”
Ji aliyê din ve Wezareta Parastinê ya Rusyayê ragihand ku Ukraynayê bi balafirên bê mirov li Moskowê "êrîşeke terorîstî" kiriye.
Wezaretê di derbarê êrîşên balafirên bêmirov ên li ser Moskowê de daxuyanî de û got, "Rejîma Kievê danê vê sibehê bi balafirên bêmirov êrîşeke terorîstî li ser Moskovayê kir."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşê de 8 balafirên kifşê yên bi tîpa bêmirov beşdar bûne û hemû balafirên keşfê hatine derbkirin. Di daxuyaniya ku hat belavkirin de di derbarê mijarê de hat destnîşankirin 3 balafirên bêmirov ji hedefên xwe hatin dûrxistin û kontrola wan ji dest çû.