TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsyayê li Idlibê sûc avêt ser Tirkiyê: Berpirsiyarî ya wan e

Admin H
Nivîskar
📅 31 gulan 2019 18:49

PeyamaKurd - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov li ser daxwazên agirbestê bo Idlibê û rawestandina operasyonên ser komên tundrew da xuyakirin ku ew jî ji bo pêkanîna agirbestê hemfikir in, lê berpirsiyarî li ser milê Tirkiyê ye.

Peskov di daxuyaniyên xwe yên li ser pêwendiya telefonî ya Erdogan û Pûtîn de, li ser rewşa Idlibê û pêkanîna agirbestê got, dema Rêkeftina Soçiyê were berçavkirin, diyar e ku ew berpirsiyarî li ser milê Tirkiyê ye.

Peskov destnîşan kir, “Pêwîste li Idlibê agirbest pêk were û terorîst di serî de baregeha Hmeymimê êrîşêr ser leşkerên me û sivîlan bidawî werînin.”

Berdevkê Kremlînê li ser mijara S-400an jî got, ‘Ew peyman teqezî ye û li ber cîbicîkirinê ye. Tirkiyê çend caran pabendbûna xwe bi wê peymanê nîşan daye.”

Parve bike: