Cîhan
Rûsyayê rawestgeha otobusan bombe kir: 12 kuştî
PeyamaKurd - Di encama êrişa Rûsyayê ya li ser bajarê Kramatorskê yê Ukraynayê de, rawestgeheke otobûsan û otobûsek hat armanckirin.
Di êrişê de 12 kesî jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn.
Waliyê Herêmê Vadym Filashkin ragihand ku ev êriş ne tenê amarên şer in, lê belê qetilkirina sivîlan ji aliyê artêşa Rûsyayê ve ye.
Hêzên Rûsî di van demên dawî de li herêma Donetskê êrişên xwe yên bi firokeyên bêmirov (Dronan) û mûşekan li ser bajaran zêde kirine.