Rûsyayê taktîk û armanca serê xwe yê Ukraynayê guherand!
PeyamaKurd – Rûsyayê di roja 31emîn a êrîşa xwe ya ser Ukraynayê de, armanca xwe ya bingehîn a şer guherand.
Serokê Daîreya Giştî ya Sererkaniya Rûsyayê Sergey Rudskoy ragihand, “Armanca me ya bingehîn ew e ku bi temamî pêkanîna serxwebûna Donbasê ye.”
Herwiha Rudskoy diyar kiriye ku wan beşa yekem a armanca xwe ya şer pêk anîye û hêza artêşa Ukraynayê bi awayekî girîng têk daye ku ev jî bûye sedem ku berê xwe bidin armanca xwe ya bingehîn û ew jî bi temamî serbixwekirina herêma Donbasê ye.
Ev daxuyaniya dawî ya Rûsyayê wekî guhertina taktîkî êrîşa ser Ukraynayê tê nirxandin ku beriya niha, Moskowê ji bo bidawîkirina şer garantîyên ewlehiyê û bandora NATOyê ya li ser Ukraynayê jî nîşan dabû.
Herwiha tê gotin ku ji ber Rûsya rastî berxwedaneke tund hatiye û nikare li gelek herêmên Ukraynayê li gorî dixwaze pêşve biçe, armanca xwe ya operasyonê guherandiye.