Cîhan
Rûsyayê tawanbarî li Amerîkayê pîrozî jî li Îranê kir
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî ku Îranê ragihand, ew jî peymana nukleerî didin hilawistin daxuyanî da.
Lavrov di salvegera vekişîna Amerîkayê ji peymana nukleerî ya ligel Îranê de, li Moskowê bi Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zarîf re civiya.
Wezîrê rûsî rêveberiya Washingtonê tawanbar kir û bi sedema biryara Îranê ya hilawistina peymana nukleerî jî pîrozî li Îranê kir.
Sergey Lavrov got, sedema vê rewşa ku peyman ketiyê ji helwesta bêberpirsiyartiya Amerîkayê ye.
Lavrov herwiha destnîşan kir, tevî hilawistina peymanê jî Tehran pabendbûna xwe bo peymana nukleerî diparêze û ew jî vê helwestê pîroz dikin.