TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsyayê termên hezar leşkeran radestî Ukraynayê kir

Admin H
Nivîskar
📅 09 nîsan 2026 20:04

PeyamaKurd - Di çarçoveya pevguhertina cenazeyan de ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de berdewam dike, Rûsyayê termên hezar leşkerên Ukraynayî radestî aliyê Kîevê kirin.

Li gorî çavkaniyên Rûsî, di berdêla van hezar cenazeyan de Ukraynayê jî termên 41 leşkerên Rûsî radestî Moskowayê kirine. Ev pevguhertin di demekê de pêk tê ku şer û pevçûnên dijwar di navbera her du welatan de li eniyên cuda hîn jî didomin.

Wezareta Derve ya Rûsyayê beriya niha ragihandibû ku ji Tîrmeha 2025an vir ve, dema ku proseya pevguhertina cenazeyan dest pê kiriye, wan zêdetirî 12 hezar term radestî rêveberiya Kîevê kirine.

Di heman heyamê de hat diyarkirin ku Rûsyayê tenê cenazeyên 200 leşkerên xwe wergirtine. Herwiha serokê şandeya danûstandinan a Rûsyayê Vladîmîr Medînsky jî diyar kiribû ku ew bi cidî li ser vegerandina cenazeyên leşkerên xwe yên li qada şer mane disekinin.

Parve bike: