Cîhan
Rûsysa li devera Harkovê xist: 15 kustî
PeyamaKurd – Parêzgerê bajarê Harkovê yê Ûkraynayê Oleh Synegubov ragihand ku hêzên hewayî yên artêşa Rûsyayê devera Harkovê bombebaran kirine û di bombebaranê de herî kêm 15 kesên sîvîl mirine.
Synegubov ragihand ku 6 sîvîl li bajar û dora bajarê Harkovê, 6 kes 40 km ji bajêr dûr li Çûhûîvê û 3 sîvîl jî li Zoloçivê jiyana xwe ji dest dane.