Rutte: NATO amade ye her bihosta xaka endamên xwe biparêze
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, piştî ku droneke Rûsyayê li bajarê Galati yê Romanyayê li avahiyeke niştecihbûnê ket, daxuyaniyeke tund belav kir.
Rutte eşkere kir ku wî pêwendiyeke telefonî li gel Serokomarê Romanyayê Nicușor Dan encam daye û tê de hevgirtina tam û bêmerc a tifaqa NATOyê bi wî welatî re ragihandiye.
Serokê NATOyê sersaxî û hêviya başbûnê ji bo birîndarên vê rûdanê xwest û tekez kir ku hevpeymania NATOyê amade ye "her bihosta xaka welatên endam biparêze" û ew ê li hemberî her cure gefan, bi taybetî li dijî dronan şiyana xwe ya xwepastin û astengkirinê herdem nû bikin.
Wezareta Parastinê ya Romanyayê ragihand ku di dema êrişên şevê yên Rûsyayê yên li Ukraynayê de droneke Rûsyayê ketiye qada asmanî ya Romanyayê û bi avahiyekê de teqiyaye û du kes birîndar bûne.