Rutte: Trump askera got ku digêdayê NATO ye
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte behsa endîşeyên dahatûya NATOyê kir û got:
“Hevkariya Transatlantikê bingeha hevkariya me ye. Serok Trump aşreka got ku ew û DYA girêdayê NATOyê ne.”
Mark Rutte, li Bruksela Belçîkayê li baregeha NATOyê bi serokkomarê Polonyayê Andrzej Duda re civiya û piştî civînê derketin ber çapemeniyê. Rutte li ser endîşeyên dahatûya NATOyê got:
“Niha wexta em tê de ne gelek tişt zelal nînin û dizanim ku di dahatûya NATO de endîşeyên hinekan hene. Ez ê zelal biaxifim. Hevkariya bi Transatlantîkê re bingeha hevkariya me ye. Serok Trump bi şexsê xwe û weke DYAyê ragihand ku girêdayê NATOyê ne. Hem Trump got ku bendeware Ewrûpa ji Amerîkayê bêhtir ji bo bergiriyê mesrefan bike.”
Rutte, ragihand ku mesrefên bergiriyê yên Kanada û Ewrûpayê di sala borî de %20 zêde bûye û dewam kir:
“Di heman wextê de hevkar li ser dixebitin bê çawa dikarin zêdetir tiştan bikin. Di nav çend hefteyên dawiyê de Danîmarka û Îngîltere daxwuyaniyên mezin dan. Almanya, Fransa û Çekya gavên girîng avêtin. Çekya do daxwuyaniyekî girîng da. Ez gelek razîme ji ber ewlehiya me ya hevpar ya me temamaye…”