Cîhan
Saar: Bi Libnanê re nakokiyên mezin tune ne, pirsgirêk Hizbullah e
PeyamaKurd - Wezîrê karên derve yê Îsraîlê ragihand ku welatê wî aştî û normalîzekirina têkiliyan bi Libnanê re dixwaze û got ku bi Lubnanê re nakokiyên wan ên mezin tune ne lê astengiya sereke Hizbullah e.
Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar diyar kir ku welatê wî aştî û normalîzekirina têkiliyan bi Libnanê re dixwaze.
Saar di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Em dixwazin aştî û normalîzekirina têkiliyan bi dewleta Libnanê re pêk bînin. Di navbera Îsraîl û Libnanê de nakokiyên mezin tune ne. Pirsgirêk Hizbullah e.”