TR KU SO
FB X
Cîhan

Sadr ket nav xwepêsandêran

Admin M
Nivîskar
📅 30 cotmeh 2019 03:07

PeyamaKurd- Muqteda El Sadrê ku yek ji serokê şîaye, îro li bajarê Necefê, li meydana Sadreynê ket nava xwepêşandêran û li dijî hukumetê xwepêşandan kir. Sadr duhî bo serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî nameyekî şandibû û xwestibû ku di bin çavdêriya civaka navdewletî de hilbijartinên pêşwext bênkirin.

Îro Adil Abdulmehdî bersiva nameya Sadr da û di nameyê de weha got:

“Eger armanc ji hilbijartina pêşwext guherandina hukumeta niha be, bo wê divê tu (Sadr) û Hadî El Amirî bo hukumeta nû lihev bikin. Bi vî awayî ez ê bi sifatê serokwezîrtiyê îstîfa xwe bikim û di nav çend rojan de an çend sietan de hukumetê dewrî we bkim.”

Ji îna hefteya borî heya îro di xwepêşandanên Iraqê de 200 kes zede mirine û di ser 8 hezarî de birîndar çêbûne.

Parve bike: