TR KU SO
FB X
Cîhan

Sahê nû yê Danmarkê Frederik taca xwe da serê xwe

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 15 rêbendan 2024 00:57

PeyamaKurd - Piştî Şahbanû Danmarkê Margrethea 2yemîn ji text vekişiya, Frederikê 10emîn bi merasimeke 10 hezar beşdarvanê bû Şahê Danmarkê û derkete ser text.

Şahbanûya 83 salî Margrethe ku di nav Danîmarkiyan de pir populer e, li Qesra Christiansborg piştî meşa xwe ya dawîn, bi tirimpêla xwe di nav kolanên Kopenhagê de danezana vekişîna ji ser text îmze kir, serweriya xwe ya 52-salî bi dawî anî û kurê xwe wek Şahê nû yê Danmarkê ragihand.

Şahbanû Margrethe bi gotina "Xwedê Şahê me biparêze" taca Şahîtiyê danî serê Frederikê 10emîn.

Di merasîmê de Şahê nû Frederik jî hêviya xwe ya ku bibe şahê yekîtiya Danmarkê û got: "Ev berpirsiyariyeke ku ez bi rêz, serbilindî û kêfxweşiyek mezin hildigirim."

Parve bike: