TR KU SO
FB X
Cîhan

Şam: Me droneke ji Iraqê pûç kir

Admin İ
Edîtor
📅 28 adar 2026 16:08

PeyamaKurd - Fermandariya Operasyonên Artêşa Demkî ya Hikûmeta Sûriyeyê îro ragihand ku wan êrîşeke bi balafira bêpîlot (dron) a ku baregeha leşkerî ya El-Tanfê li başûrê welat hedef girtibû, pûç kiriye.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA), ev dron ji axa Iraqê rabûye û hewl daye êrîşî baregehê bike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi saya hişyarî û amadebaşiya hêzên artêşê yên li herêmê, dron berî ku bigihîje armanca xwe hatiye têkbirin.

Parve bike: