TR KU SO
FB X
Cîhan

Şamê îdiayên ser şandina hêzê bo Yemenê red kir

Admin H
Nivîskar
📅 08 cotmeh 2026 15:30

PeyamaKurd - Hikumeta Sûriyeyê nûçe û îdiayên ku tê gotin, ew şandina hêzên leşkerî yên Sûriyeyê ji bo Yemenê ji bo beşdariya şerê li dijî Hûsiyan dinirxînin red kir.

Şêwirmendê Serokatiya Karûbarên Ragihandinê Ehmed Miwefeq Zêdan got: “Raporên têkildarî şandina hêzên ji Sûriyeyê ber bi Yemenê ve derew in, siyaseta li welatê tê meşandin ne ji bo vekirina eniyên nû ye.”

Wezareta Ragihandinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê jî diyar kir di qonaxa heyî de xebatên hikumetê ji nû ve avakirin û başkirina rewşa jiyanî ya sûriyeyiyan e.

Hêjayî gotinê ye, malpera Axios doh di nûçeyeke xwe de diyar kiribû ku Erebistana Siûdî û Sûriyeyê ji bo şandina hêzên Sûriyeyê ya ji bo Yemenê danûstandinan dikin û Ehmed El Şera jî vê pêşinyarê bi awayekî cidî lêkolîn dike.

Parve bike: