TR KU SO
FB X
Cîhan

SANA: Balafirên Îsraîlê hin taxên Samê û baregehên leskerî yên li Humsê kirin armanc

📅 01 tîrmeh 2019 14:01

PeyamaKurd – Li gorî ajansa Fermî ya Sûriyê (SANA) balafirên Îsraîlê hin taxên li derveyî navenda bajarê Şamê û baregehên leşkerî yên li Humsê kirin armanc.

Li gorî nûçeya SANAyê, di bombebaranê de bi kêmanî 4 sivîlan canê xwe ji dest daye û 21 kesên sivîl jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku di bombebarana balafiran a li taxa Şahnayê ya Şamê de bebekek jî heye. Herweha hat zanîn ku di nava birîndar de zarok û jin jî hene.

Ji aliyê din ve hêjayî gotinê ye ku heya niha aliyê îsraîlî derbarê mijarê de tu daxuyanî nedaye.

Parve bike: