TR KU SO
FB X
Cîhan

SANA: Bi dronan êrîsî baregeha Hmeymim a Rûsî kirin

Admin H
Nivîskar
📅 24 adar 2020 20:47

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şevê din li nêzîkî baregeha Hmeymim a Rûsî ku li bajarê Lazqiye yê Sûriyê ye û leşkerên Rûsî tê de dimînin, teqînek pêk hat.

Li gorî ragihandina ajansa fermî ya rejîma Sûriyê SANAyê teqîn di encama êrîşeke bi dronan pêk hatiye û ji baregeha asmanî ya Hmeymimê bersiva wê êrîşê hatiye dayîn.

Hat gotin ku dengê teqînên li baregeha Hmeymimê li gelek deverên bajarê Lazqiyê hatiye bihîstin.

Parve bike: