Cîhan
Sanda bi seroktiya Fuad Husên çû Washingtonê
PeyamaKurd – Beriya serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya Amerîkayê, îro şandeke bilind a bi seroktiya Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên çû Washingtonê.
Tê çaverêkirin şanda bilind a Iraqê, ji bo serdana roja Pênceşema bê ya Kazimî û destpêkirina danûstandinên stratejîk ên ligel Amerîkayê amadekariyan bike.
Hat ragihandin ku wê şanda bilind beriya hevdîtina Kazimî ya ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo re hevdîtinekê pêk bîne.
Hêjayî gotinê ye, biryar e di serdana Kazimî ya Amerîkayê de, heyeta Kurdistanê jî cî bigire û beşdarî diyalogên stratejîk ên Amerîka-Iraqê bibe.