TR KU SO
FB X
Cîhan

Şanda Îmraliyê bi AK Partiyê re yasaya pêvajoyê gotûbêj kir

Admin H
Nivîskar
📅 05 hezîran 2026 16:33

PeyamaKurd - Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê ligel Koma AK Partiyê civiya û pêşnûmeyasaya "Qanûna Çarçoveyê" ya ji bo pêvajoya çareseriyê tê amadekirin nîqaş kir.

Pervin Buldan beriya niha ragihandibû ku ev qanûna bingehîn a bê derxistin, mafê vegerê yan çûna welatekî din dide endamên PKKê û pêvajoya demokrasiyê li bileztir dike.

Di civîna ku îro 5ê Hezîranê  di avahiya Parlamentoya Tirkiyeyê de hate kirin de her du aliyan reşnivîsa qanûneke bingehîn gotûbêj kirin ku wekî "Qanûna Çarçoveyê" yan qanûna bingehîn tê dîtin.

Hate diyarkirin wê Şanda Îmraliyê ya ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike, wê hevdîtinên li ser projeyasaya pêvajoya aştiyê berdewam bike.

Endama Şanda Îmraliyê Pervin Buldan, piştî civîna xwe ya ligel Abdullah Ocalan 24ê Gulanê ragihandibû: "Plana me heye pêşnûmeya Qanûna Çarçoveyê, ku ji 7 heta 8 xalan pêk tê, pêşkêşî Ocalan bikin."

Parve bike: