Şanda Îranê ji bo aramkirina aloziyan gihîşt Bexdayê
PeyamaKurd - Li gorî zanyariyên medyayî, şandeya Îranê dê ligel aliyên hikûmî, serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê û komên çekdar danûstandinan bike.
Ev serdan piştî wê yekê tê ku di civînên Çarçoveya Hevahengiyê de li ser dahatûya hebûna çekdarî û awayê belavkirina hêzan li Curf Sexirê nakokî derketin.
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî li ser helwesta xwe bi bîryarê ku komên çekdar ji Curf Sexirê vekişin, da ku hêzên ewlehiyê yên fermî derbasî herêmê bibin û dosyeya ewlehiyê bigirin destê xwe.
Ji bo çareserkirina krîzê û dûrketina ji pevçûna di navbera hêzên hikûmetê û komên çekdar de, serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê pêşniyar kirine ku Hizbullah ji Curf Sexirê vekişe û li şûna wê hêzên Heşda Şeibî li herêmê bên bicihkirin.
Serokê Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Basim Bedrî di daxuyaniyeke medyayî de tekez kir ku ew komên çekdar ên ku red dikin tevlî plana hikûmetê ya ji bo komkirina çekan di destê dewletê de bibin, cihê wan di nav Desteya Heşda Şeibî de namîne.
Aloziyên li Curf Sexirê di demekê de ne ku hikûmet hewl dide çavdêriyeke ewlehiyê ya berfirehtir li herêmê bisepîne.
Çavkaniyan berê amaje bi nakokiyên di navbera Serokwezîr û Hizbullahê de kiribû ku girêdayî tohmetên qaçaxçîtiya neftê li wê herêmê bûn.
Krîza niha li ser daxwaza hikûmetê ya ji bo bidawîanîna hebûna serbixwe ya komên çekdar û bicihkirina hêzên fermî ye; lê nerazîbûna komên çekdar û beşek ji hêzên siyasî yên Çarçoveya Hevahengiyê bûye sedema nîgeraniya derketina pevçûneke navxweyî.