Cîhan
Sandên Hemas û El Fetîhê li Misrê yekîtiya netewî ya Filîstînê gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Şandên herdu rêxistinên Filîstînê Hemas û El Fetîhê, li paytexa Misirê Qahîreyê civiyan û mijara yekîtiya netewî gotûbêj kirin.
Hate ragihandin ku berpirsên Hemas û El Fetîhê di civînê li ser êrîşên Îsraîlê yên şerîda Xezeyê û yekîtiya neteweyî ya Filîstînê axivîn.
Di civîna navborî de, serokatiya şanda Hêmasê endamê buroya siyasî Xelîl el-Heyya û yên El Fetîhê jî cîgirê serokwezîrê Filîstînê Mehmud el-Alul kirin.
Herdu rêxistinan di meha Tîrmehê de jî li paytexta Çînê Pekînê, peymaneke li ser avakirina yekîtiya netewî îmze kiribûn.