TR KU SO
FB X
Cîhan

Şandeya Îranê ji bo gera duyem a danûstandinan digihîje Îslamabadê

Admin H
Nivîskar
📅 24 nîsan 2026 15:26

PeyamaKurd - Çavkaniyên hikûmeta Pakistanê ragihandin ku şandeya Îranê bi serokatiya Wezîrê Derve Abbas Araqçî, ji bo beşdarbûna di gera duyem a danûstandinên aştiyê yên ligel Amerîkayê de, dê şeva înê bigihîje paytext Îslamabadê. Tê çaverêkirin ku ev gera nû ya danûstandinan, piştî daxuyaniyên hêvîbexş ên Serokê Amerîkayê Donald Trump, bibe qonaxeke diyarker ji bo dirêjkirina agirbestê û kêmkirina rageşiya leşkerî ya li herêmê.

Çavkaniyên Pakistanî diyar dikin ku amadekarî hatine temamkirin daku mazuvaniya vê civîna krîtîk bikin ku çavê hemû cîhanê li ser encamên wê ye.

Hatina Araqçî bo Pakistanê di demekê de ye ku Koşka Spî bal kişandibû ser "nakokiyên navxweyî yên li Tehranê" û daxwaza bersiveke yekdeng ji aliyê Îranê ve kiribû. Tê pêşbînîkirin ku di vê gera duyem de, her du alî li ser xalên teknîkî yên agirbestê, parastina ewlehiya deryayî û mîkanîzmayên kêmkirina dorpêçên aborî nîqaşên kûr encam bidin.

Rayedarên Pakistanî hêvî dikin ku ev diyalog rê li bere peymaneke berfirehtir vebike daku herêm ji metirsiya şerekî mezin were dûrxistin û aramî dîsa vegere bazarên enerjiyê.

Parve bike: