Cîhan
Sandeyeke Amerîkayê çû Minbicê
Şandeyeke Amerîkayê çû Minbicê û bi rayedarên YPGê re hevdîtinek pêk anî.
Duh berdevkê Serokkomarê Tirkiyê İbrahim Kalın îddîa kir ku Tirkiye û Amerîka li hev hatine û YPG wê ji Minbicê derkeve. Ev demeke dirêj e ku Tirkiye dibêje piştî Efrînê, hedefa me Minbic e û hem YPGê û hem hêzên Amerîkayê tehdît dike.
Amerîkayê jî ji Tirkiyê re gotibû ku bila di nîvê bajêr de hûn û di nîvê dî de jî em desthilatdar bin. Lê rayedarên Tirkiyê îddîa kirin ku ev pêşniyariya Amerîkayê qebûl nekirine.
Duh jî fermandarê Amerîkayê Robert Manning li ser pirsekê wiha got: Em li Minbicê ne û em ji vir jî dernakevin.
Piştî şerekî dijwar YPGê Minbic ji destê IŞÎDê derxistibû. Ji havîna 2016an heta niha Minbic di bin qontrola YPGê de ye.