Cîhan
Sandeyeke dewleta Tirkî serdana Misirê dike
PeyamaKurd – Hefteya bê, bi armanca vegerandina têkiliyan, şandeyeke dewleta Tirkî serdana Misirê dike.
Li gorî zanyariyan, dê şandeyeke Tirkî li ser asta Cîgirê Wezareta Karûbarên Derve, serdana Qahîreyê bike û dosyaya Lîbya û vegerandina têkiliyan gotûbêj bikin.
Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Ibrahîm Kalîn destnîşan kiribû, Wezîrên Karûbarên Derve yên her du welatan, di nava têkiliyan de ne û dê serê meha Gulanê, şandeyeke Tirkî bi berpirsên Hikumeta Misirê re bicive.
Li gorî Kalîn, divê her du alî têkiliyan asa bikin da ku pirsgirêkên herêmî mîna yê Lîbyayê çareser bibin.