Cîhan
Saredarê Amerîkî bi maskeya ala Kurdistanê derket pêsberî kamerayan
PeyamaKurd - Şaredarê bajarê Nashvilleyê di civîna rojnamevaniyê ya rojane de bi maskeyeke ku bi ala Kurdistanê hatiye nexşandin derket pêşberî kamerayan.
Şaredarê bajarê Nashvilleyê John Cooper, di civîna rojnamevaniyê ya rojane de ku taybet li ser vîrusa koronayê bû, bi maskeyeke ku bi ala Kurdistanê hatiye nexşandin derket pêşberî kamerayan.
Li bajarê Nashvilleyê ser bi wîlayeta Teksasê ve ye û hejmareke zêde ya Kurdan dijî û weke ‘Kurdistana Biçûk’ tê zanîn.
Li gor daneyan, nêzikî 15 hezar şêniyên wî bajarî Kurd in.
Li bajarê Nashvilleyê heta niha 3 hezar û 322 kes bi vîrusa koronayê ketine û ji wan 630 kes baş bûne û 32 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.