Cîhan
Şaredarê Moskovayê: Ji do de ji zêdetirê ji 500 dronan avêtin Moskowayê
PeyamaKurd – Şaredarê Moskovayê Sergey Sobyani ragihand ku ji do de Ûkraynayê ji 500an zêdetir dronan avêtiye axa Moskovayê. Sobyanin, ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir. Sobyanin got:
“Ji do seet 08.00an heya îro seet 12.00an, ber bi Moskovayê de 548 drone avêtine. Piraniya wan li deverên sînor hatin îmhakirin. Dronên ber bi Moskovayê ve dihatin ku 143 drone bûn hatin îmhakirin.”
Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê jî ragihand ku bi şev 416 dronên aîdê Ûkraynayê li Moskovayê û li ser Derya Reş ji aliyê sîstema bergiriya hewayî de hatin îmhakirin.
Parêzgerê herêma Moskovayê Andrey Vorobyov di ser hesabê xwe yê medya civakî de got ku herêma wan bi şev di bin êrîşên dronan de maye.