TR KU SO
FB X
Cîhan

Sarraf: Hê min navên herî girîng nedane!

Admin V
Nivîskar
📅 10 hezîran 2018 13:30

PeyamaKurd- Erdal Ersûngerê CHPyî di derbarê Riza Sarraf de hinek îddayên girîng avêtin holê.  Li gorî îddayên Ersûnger, Sarraf gotiye hê min hemî erkdarên dewletê ku min bertîl dabû wan, eşkere nekirine.

Endamê Meclîsa Partiyê yê CHPê Erdal Ersûnger di televîzyoneke Tirkiyê de axivî û di derbarê Riza Sarrafê ku li Amerîkayê di girtîgehê de ye hinek îddayên balkêş avêtin holê.

Erdal Ersûnger wiha berdewam kir: Hevalekî min ê parêzer li Amerîkayê bi Riza Sarraf re hevdîtinek pêk anî û di derbarê hevdîtinê de agahiyên xwe bi min re parve kirin. Li gorî îddayan Riza Sarraf gotiye, hê min erkdarên dewletê yên ku min bertîl dabû wan hemî eşkere nekirine. Di nava wan de kesên pir girîng hene. Heta kesî herî girîng jî heye. Ez ê giliyên wan hemiyan bikim. Pêşiyê ji min re gotin neaxive em ê te ji girtîgehê derbixin. Lê piştî ku ez axivîm xwestin ku min bikujin. Bi kêran yekî êrîşî min kir. Niha jî nahêlin ku keça min were cem min.

Parve bike: