TR KU SO
FB X
Cîhan

Saziyên navneteweyî, li dijî Îranê bang li NYê kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2022 20:00

PeyamaKurd- 43 saziyên navneteweyî yên rêxistina mafên mirovan, di derbarê tundiyên Îranê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir. Di banga hat kirin de hat xwestin ku Civata Mafên Mirovan a NYê (UNHRC) bi lezgînî li ser van aloziyan bicive.

Saziyên navborî yên navneteweyî, bi rêya daxuyaniyekê bal kişand ser xwepêşandanên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî û destwerdan û tundiya ku li ser xwepêşandêran tê kirin. Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku bi awayê lezgîn UNHRCê bicivînin û di derbarê mijarê de lêpirsîn were destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Li gorî agahiyên berdest, di xwepêşandanên li bajarên Îranê de 23 jê zarok, ji 200î zêdetir kes hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne. Li ber destan belge hene ku beşên cuda yên ewlehiya Îranê, bi awayekî plankirî, qestî û bi awayekî dijyasayî, gule bi ser xwepêşandêran de direşînin.”

Piştî dengvedana mirina keça Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî, xwepêşandanên ku rû dan hîn jî dewam dikin û kuştina Emînî, ji aliyê rayedarên Îranî ve tê redkirin. Mijar, di qada navneteweyî de wekî rojeva sereke ye û duh jî ji aliyê rayedarên Yekîtiya Ewropayê ve li ser vê yekê li dijî hin kesayet û rayedarên Îranê, dorpêç hatibûn sepandin.

Parve bike: