Scholz: Ez ê fuzeyên seyrê nedim Ûkraynayê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, li Brezîlyayê ji bo civîna G20an ku çûbû, piştî civînê, di civîna çapemeniyê de li ser şandina fuzeyên seyrê yên Almanyayê ji Ûkraynayê ragihand:
“Ez biryara xwe ya ku ezê fuzeyên seyrê nedim Ûkraynayê car din dibêjim. Lê tewrê me yê ku em ê Ûkraynayê bi tenê nehêlin û di Ewrûpayê de destekekî ku bêhempaye, ez ê bidin Ûkraynayê.
Scholz, her weha behsa hevdîtina bi serokê Çînê Şi Cinping re kir ku di hevdîtinê de behsa wezîfedarkirina leşkerên Kore ya Bakûr di şerê Rûsya yê li hemberê Ûkraynayê de kiriye. Scholz ji Şi re gotiye ku diviya Kore leşkerên xwe neşanda Rûsyayê û weha dewam kiriye:
“Li gor min diviya ev mesele nebûya û îznê nedana vê meselê. Asya jî tê de, divê herkes ji vê meselê endîşe bike. Min vê mijarê bi temamî aşkera kir û li ser şiddand.”