TR KU SO
FB X
Cîhan

Scholz, polîtîkaya Almanyayê ya li hember Çînê ragihand

Ruken güler
Nivîskar
📅 03 mijdar 2022 21:30

PeyamaKurd- Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, bi rêya pexşaneke ku ji bo Frankfurter Allgemeine Zeitungê nivîsî, polîtîkaya welatê xwe ya li ser guherîna pêwendiyên ligel Çînê ragihand.

Scholz da zanîn ku girêdayîna bi Marksizm-Leninizmê ve li gorî kongreyên partiyên din, gelek cih digire û da diyar kir ku hewildana pergala komînîst a ji bo xweseriya biryardarî û neteweyî, dê di pêşerojê de hîn girîngtir bibe.

Olaf Scholz, di dewama nivîsa xwe de got,

"Çîn, ne Çîna 10 sal berê ye. Heger ku Çîn biguhere, pêdiviya bi guherîna pêwendiyên me yên ligel Çînê jî eşkere ye.”

Scholz, bal kişand ser hevdîtinên ligel rayedarên Çînê û got ku

“Ez naxwazim mijarên dijwar piştguh bikim. Ev yek li hember mafên kêmneteweyan, wekî mînak li mafên sivîl û siyasî yên kêmneteweyên li eyaleta Sincanê, dibe rêzdarî.”

Serokwezîr Schoz bi berdewamî diyar kir ku polîtîkaya Almanyayê ya Çînê, encak bi polîtîkaya Ewropayê ya Çînê re bibe yek dê bi ser bikeve û da zanîn ku ji ber vê yekê jî ew ê beriya serdana xwe, di serî de bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re dê bi hevkarên xwe yên Ewropayî û dostên xwe yên transatlantik re di nav pêwendiyan de be.

Parve bike: