Cîhan
Sebastian Kurz: “Bila welatên Balkanan sînorên xwe bigrin”
PeyamaKurd- Serokwezîrê Awûstûryayê Sebastian Kurz, piştî ku Tirkiye deriyê xwe bo koçberan vekir da herin Awrûpayê, pêşniyarekî kir û got divê welatên Balkanan sînorên xwe bigrin. Kurz, behsa krîza koçberan ya di salên 2015 û 2016an de kir û got divê koç li Balkanan bisekine.
Ajansa Retutersê got ku Kurz weha gotiye:
“Em bi hevkarên xwe yên Yekîtiya Awrûpayê re bo dayîn û sitendina ramanan li ser güzergâha Balkanan di nava têkiliyan de ne. Eger YA yê sînorê xwe neparêze, wê Awûstûrya sînorê xwe biparêze.”