Sedir bang li hemû serkirdeyên Iraqê kir ku ji pêvajoya siyasî vekişin
PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Niştimanî ya Şîe Muqteda Sedir di peyamek xwe de, daxwaz ji artêşa Amerîkayê kir ku qerebûya darayî û yasayî ya hemû wan zirarên ku di dema dagirkerî û hebûna xwe ya leşkerî de gihandine Iraq û gelê wê, bike; her wiha bang li welatiyên ziyan dîtine kir ku li ser vê mijarê gilî û dozên yasayî bikin.
Sedir bang li serkirde û hêzên siyasî yên welat kir ku di zûtirîn dem de ji qada siyasî dûr bikevin, daku rê ji bo rêyên nû û kesên din bê vekirin da ku reformên bingehîn bikin û dawî li gendeliyê bînin.
Di berdawamiya peyama xwe de, Sedir balkişand ser pêwîstiya kontrolkirin û birêkûpêkkirina çekan di destê dewletê de, ku ev yek li gorî bernameyeke eşkere û di bin pejirandina gel de be; her wiha daxwaza bihêzkirina hêzên ewlehiyê û parezwanên sînor kir.
Sedir di daxwaza destwerdanek navxweyî ya li Iraqê de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û welatên cîran hişyar kir.