Cîhan
Sedir: Eger Ebdulmehdî dest ji kar bernede Iraq wê bibe weke Sûriyê
PeyamaKurd - Serokê Tevgera Sedir Muqteda es Sedir di daxuyaniya xwe ya herî dawî de ragihand ku eger Adil Ebdulmehdî dest ji kar bernede, Iraq wê weke Sûriyê.
Muqteda es Sedir di daxuyaniya xwe de ku îro Çarşemê belav kiriye, dibêje eger Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dest ji kar bernede, wê li Iraqê qeyranek çêbibe.
Es Sedir di wê ragehandinê de dibêje eger duhî Beşar Esed û Ebid Rebe sedemên karesatên Suriya û Yemenê bûn, niha Adil Ebdulmehdî bi vemana xwe di desthilatê de dibe sedema kavilbûna Îraqê.
Sedir herweha aşkera jî kirîye, eger serokwezîr ji kar bê dûrxistin, ew ne amade ne ku di ayînde de hevpeymanîyê li gel ti alîyekê bike.