Sedir ji bo berpirsên sunne û sîeyên Iraqê peyamek belav kir
PeyamaKurd- Serokê Tevgera Sedr û Hevpeymaniya El Sairûn Mûqteda Sedir peyamek arasteyî berpirsên sunne û şîe yên Iraqê kir û daxwaz ji wan kir ku gendelkaran dûr bixin.
Mûqteda es Sedir li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Twitterê daxwaz ji berpirsên sunne û şîe yên Iraqê kir ku gendelkaran ji xwe dûr bixin û îslam jî ji wan kesa dûr e.
Ev peyama Sedir di demekê da ye ku beriya bi dur rojan Sedir piştevaniya xwe bo kandîdê Hevpeymaniya Bîna Suheyl Quseyl derbirîbû û ew jî bibû sedema nerazîbûna xwepêşanderan.
Hêjayî gotinê ye ji destpêka meha Cotmehê va li Iraqê di navbera xwepêşanderan û hêzên emnî da alozî hene û herî kêm 500 kes mirine û bi hezaran kes jî birîndar bûne.
Ji ber aloziyên navxweyî Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di 30yê Mijdarê da dev ji posta xwe berda bû û biryar e Serokomarê Iraqê Berhem Salih kesekî li cihê Adil Ebdulmehdî tayîn bike.
Lê belê kêşeya Iraqê ew e ku nakokî hene li dor kutleya herî mezin, ji ber ku hin nûner kutleyên xwe diguhêrin û tevlî hin kutleyên din dibin. Li gor destûra Iraqê, divê kutleya herî mezin di parlemanê de bêhtirî 15 rojan cihê serokwezîr vala nehêle û kandîdekî diyar bike. Herçend ew dem derbas jî bûbe heta niha ti kes bo posta serokwezîriyê ji aliyê serokomar va nehatiye erkdarkirin.