Sedir: Nabe destêwerdan di karê dadwerî û dadgehê de were kirin
PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedirê diyar kir bi peyamekê diyar kir, berî çend rojan ji ragihandina encamên hilbijartinan, Komisyona Bilind a Hilbijartinan, rastî fişarên siyasî û ewlehiyê tê.
Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir ji ser Twittera xwe eşkere kir, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, di hemû hûrgiliyên karê xwe de, bi awayekî pak û pispor kar kiriye.”
Di peyama xwe de Sedir destêwerdana di karê komîsyonê de red kir û tekezî li ser pêwîstiya parastina ewlehiya endamên wê kir.
Herwiha destnîşan kir: “Em hemû zextên siyasî û ewlekarî yên ku ji roja yekem û heta îro li Komîsyonê tê kirin, şermezar dikin.”
Sedir ê ku li gorî encamên destpêkê, tevgera wê yekem a hilbijartinan e, hişyarî da û got, nabe destêwerdan di karê dadwerî û dadgehê de were kirin.
Herî dawî Sedir hin alî tohmetbar kirin ku hewl didin encamên bilbijartinan biguhêrin, ta ku avakirina hikûmeta piraniyê têk bibin.