Cîhan
Sedr banga xwepêsandanan li seranserê Iraqê kir
PeyamaKurd - Piştî zêdebûna aloziya navbera Amerîka û Îranê Rêberê Bizava Sedr Mûqteda Sedr daxwaz ji hemû xelkê Îraqê kir (ji bilî parêzgeha Necef) li dijî rûdana şerekî (Îran-Amerîka) xwenîşandanan bikin û got, nabe Iraq bikeve nav yek ji alîyên nakokî di nav wan de heye.
Rêveberê nivîsgeha Sedr li Bexdayê Îbrahîm Cabirî da xuyakirin, banga xwenîşandanan ji bo piştîvanişa asayiş û aştiyê û dûrxistina Iraqê ji nakokiyên navdewletî ye.
Cabirî got: "Me divê Iraq nebe pişkeke şer û aloziyan. Piştîvaniya hikumetê bikin daku neçe di ti çeperan de cî negire."
Nivîsgeha Sedir ragihand, "Xwenîşandanên aştîyane roja Înê 24ê Gulanê li demjimêr 9ê şevê li hemû parêzgehên Iraqê dest pê dikin, lê tenê li Necefê ne tê de ye."