TR KU SO
FB X
Cîhan

Sefareta Amerîkayê li dijî êrîsên Necefê derket

Admin M
Nivîskar
📅 07 sibat 2020 05:03

PeyamaKurd- Sefareta Amerîkayê ya li Bexdayê bi sedema ku duhî li bajarê Necefê hêzên asayîşê û grûba “kumşîn” ên bi ser Rewta Sedr de êrîşê biribûn ser xwepêşandêran û ji xwepêşandêran kuştî û birîndar hebûn, bûyerê şermezar kir û xwpêşananan weka tevgerên aştiyane binav kir.

Balyozxane di beyana xwe de got ku mixabin hêjî hinek hêz dikarin xwe di ser qanûn de hesêb bikin û rakin çekên xwe û êrîşê ser xwepêşandêrên xwediyên tevgerên aştiyane ku li dijî gendeliyê, bêkariyê, aboriya xerab û her weha tiştên ne rewa dertên. Sefareta Amerîka her weha li dijî şewitandina konên xwepêşandêran derket û gazinên xwe bo ew kesên ku ew çend mirov kuştine û birîndar kirine, ku nayên darizandin, diyar kir.

Parve bike: