Sekreterê Gistî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres hisyarî da!
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres hişyarî da ku divê li dijî her cure neo-nassîzm, antîsemîtîzm û nefreta li dijî misilmanan a li ser terorîzma rastgir a li seranserê cîhanê dijberiyek eşkere û bi biryar hebe.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres piştî planên derbeyê yên li Almanyayê hişyarî da terora rastgirên tund li seranserê cîhanê.
Guterres pirsa Welatiyên Qeyserî (Reichsbürger) ku tê îdiakirin li Almanyayê plana derbeyê amade dikin wiha bersivand.
"Eşkere bû ku gefa herî mezin a terorîstî li welatên rojavayî îro ji rastgirên tund, neo-Nazi û yên ku bi serweriya spî bawer dikin tê."
Her wiha Guterres diyar kir, divê li dijî neo-nazîzm, antîsemîtîzm û her cure nefreta li dijî Mislimanan bi awayekî eşkere û bi biryar li ber xwe bidin û wiha got: "Ev bi eşkere tehdîdek e û divê em bi biryardariyeke mezin li dijî vê tehdîdê têbikoşin."
Emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî amaje bi wê yekê jî kir ku bûyerên li Almanyayê tenê mînakek e ji metirsiya li ser civakên demokratîk li seranserê cîhanê.