TR KU SO
FB X
Cîhan

Sekreterê NATOyê divê kontrolkirina ser Rûsyayê were zêdekirin

📅 10 nîsan 2018 00:33

PeyamaKurd - Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg piştî 54 salan cara yekemîn e ku serdana Fermandariya Stratejîk a Amerîkayê (STRATCOM) kir û li ser hewldanên pêşxistina çekên nukleerî ya Rûsyayê axivî. 

Stoltenberg di axaftina xwe de got: “Em difikirîn ku piştî Şerê Sar bi dawî bû, kontrolkirina çekên nukleerî jî girîngiya xwe winda kiribe, lê em îro dibînin ku ev mijar gelek girîng e. Ji bo kontrolkirina hêza nukleerî ya Rûsyayê ku her diçe zêdetir dibe, em ê hewldanên xwe derxin asta herî bilind."

Jens Stoltenberg di berdewamiya axaftina de got: "Di serî de Rûsya û welatên din ên ku ji berê ve hêza wan a nûkleerî heye, kapasîteya xwe ya nukleerî zêdetir dikin. Ji bo vê yekê jî NATO kontrolkirina bi hêz û ewle ji bo çekên nûkleerî bipêş dixe."

Parve bike: